lördag 3 april 2010

FERÎDÛN



MUSER

Muser (bi yûnanî musai, herweha mosai û moisai; bi latînî musae), di yûnanîya kevin de binavkirina Xwedayên jin; yên sitranan, yên muzîkê û yên hunera helbestvanîyê, yên ku…


Klio = Clio = Xwedaya (jin) dîrokê.
Evterpe (Euterpe) = Xwedaya bilûrê.
Talîa (Thalia) = Xwedaya komedîyê.
Melpomene = Xwedaya sitrana trajedîyê.
Terpsikore (Terpsichore) = Xwedaya govendê.
Erato = Xwedaya sitrana evînê.
Polymnia (Polyhymnia) = Xedaya xweşxeberdanê, Xwedaya retorîkê.
Urania = Xwedaya astronomîyê.
Kalliope (Calloiope) = Xwedaya helbesta qehremanîyê.



MUSA Û MUSER


Gava ku mirov dixwaze piçekî li gotina, yan jî li navê Musa, ya ku pirhejmarîya wê bi siwêdî dibe Muser, (bi siwêdî sånggudinna/or) yanî Xwedayên jin yên muzîkê, hinekî lê hûr dibe (ew navên ku pêşî ji neh navan pêk dihat (lê sê hebên din jî hebûn) û yên ku, her navek ji wan navan li kitêbek Herodotos hatibûn kirin. Û ew welê xuya ye, ku berê navê kitêba Herodotos ne ´Herodotos Historia´ bûye, lê belê, ”Herodotos´ från Halikarnassos Muser eller Nio Historiska Böcker” bûye. Yanî kurdîya wê; ”Herodotosê ji Halkarnassos Muser yan jî Neh Kitêbên Dîrokî” bûye), hingê mirov di nav gelek agahîyan de, bo nimûne li van fakta û agahîyan jî rast tê.
Belê pêşî ferhenga akademîk û pir alî a siwêdî: ”Svenska Akademiens Ordbok” (A – TRIVSEL), ya di Înternetê de: Musa; bi îngilîzî û fransî muse, bi latînî musa, bi yûnanî μοῦςα, ya ku li ser koka wê (ango; ku ew ji kê derê, ji kîjan kokê hatiye) nayê li hev kirin.
Û destnîşan dike ji bo miqayese bi ; Musaget, ango fermandarê Muser û bi Museum, yanî Muzexane, û bi Musisk re, yanî, yê ku aîdî Musa, an jî aîdî Musera ye.
Musa yek ji wan (neh) Xwedayên jin, yên ku li gorî mîtolojîya yûnanîya, ew bûn yên ku ew hunerên xweş diparstin û zanistîyên, bi taybetî jî ji bo; Xwedaya hunera helbestê, Xwedaya sitranê, Xwedaya kilaman; herweha li ser (bi taybetî wek personîfîkasyona ya) ji hin ew hunerên xweş, bi taybetî, hunera helbestê, an jî zanistî, an jî yek ji bo ya helbestan (yê hunermendên muzîkê û hwd.) çavkanîya îlhamê, an jî peydakirina hunerî, an jî kapasîteya, têgihêştina peydakirinê û yên din. Ew neh Xwedayên jin, Xwedayên hunera helbestî û yên dîrokê ne.
Belê, weke ku li jor jî xuya dike; Musa, Muser an jî Muserna, yanî; Xwedayên jin yên muzîk, huner û hwd, û yên ku ew weke, ên ku zanistî, an jî pirhejmar; zanistîyan di xwe de diparastin, an jî diparêzin. Yan jî ew weke sembolên ku ´li gorî mîtolojîya yûnanîya´ di wan maneyan de tên bi kar anîn. Û li wê derê divê ku mirov destnîşan bike ku, ew miqayesa bi; Muzexaneyê re jî hinekî balkêş e. ji ber ku Muzexane jî herweha tê maneya, xanîyê an jî lokala ku ji bo komkirina, civandina tişt û alavên kulturî û bi piranî jî tiştên kevin û yên ku parçekî an jî beşekî ji heqîqetê ronî dike û gelekê caran ji bo civandina alavên berê û yên zanistî û hwd. Û ew lokala ku li ber dest e, yanî, bi giştî û bi kurtî xelk dikare xwe rehet û hêsan bigihîne wê lokalê an jî wan lokalî bi wî rengî.
*
Lê belê vêcarê jî, ka em li ”Nordisk Familjebok” binêrin (ansîklopedîyek kevin ya siwêdîya), bê ka di wê de çi heye? Di wê de çi veşartî ye? An jî, ji wê demê (1800) heta roja me, bê, bi çi hatiye lîstin, yan jî kîjan nav, bi zanebûn hetine guhertin, an jî hatine bermqlûb kirin. Ji ber ku her ku diçe, ji dêlva ku însan medenîtir bibin, tam tersê wê dibe, hem ji alîyê têkilîyên navbera welatan ve, ango, mesela hin welat dikarin ji bo îhalekê, çavên xwe ji komkujîyek an jî gelek komkujîyên kambax re, bi gotinek herî nerm bigrin, ji ber ku, belkî jî ew; wan welatan bi alîkarîya xwe, ya bi her awayî teşwîqî wê yekê dikin, û ji alîyê kulturî ve jî heman tişt derbas dibe, yanî hin welatan, bi taybetî jî welatên ewrûpayî, ew ilm û zanistîya wan şaristanîyên berê yên kevin, tev tercimeyî zimanê xwe kirine û wan, ew kod kirine, bi naveroka wê kulturê lîstine, bermeqlûb kirine, yanî serobinîhev kirine, kirine malê xwe, li ser rûniştine û ew xelkên ku ew şaristanî, kultur û zanistî peyda kirine, cahil, barbar û nezan! Îlan kirine û hê jî dikin…
Belê, îcar eger ku mirov zêde dûdirêj neke û li ”Nordisk Familjebok” binêre, bê ka wê çi di derheqê Musa an jî Muser de nivîsîye û dîsa ji ber ku ew nivîsa li ser wan navan, ango li ser Muser, hem hinkî dirêje û hem jî pir tije ye û dîsa hem jî li gorî me pir girîng e. Ji ber ku ew nav, yanî Muser, hem bûne navê kitêba Herodotos û hem jî ew enformasyona ku di wan de veşartîye, an jî hatiye parastin, yan jî ew bûne sembola wê yekê û ya herî girîn jî ew Muser weke qîzikên Zevs jî tên behs kirin. Îcar qet nebe, ji ber wan sedeman û belkî jî, dibe ku baştir be, ku ew nivîsa, qet nebe qismek ji wê tekstê, ji bo ronî kirina mijarê bê tercime kirin.
Belê wergera wê:
MUSENALMANACH
Musenalmanach, bi almanî bi nav kirina ji bo gelek salnameyên cihê (yên bi formatê berîkê) ji bo hunerê helbestê, lîrîk, helbestkî, lîrîk û destanî -helbestkî, lîrîk-epîk, yên ku di salên 1769 – 1859an de li Almanya hatibûn çapkirin. Ewa pêşî, di destpêkê de, ji alîyê Boie û Gotter ve hate weşandin (li gorî ew modela fransî ”Almanach des muses – Salname û muser”, ya ku ew salane dihat weşandin, di navbera salên 1764 – 1833dî de) û herweha ew di salên 1770yî de organ bû, ji bo Göttingska skaldeförbundet – Komela şaîra ya Göttinga. Yê herî girîng Schiller bû ”Musenalmanach- Salnama muser” (1796 – 1801), ya ku di berhema wê ya salane a duyemîn de, ew ”Xenien” ên ku tên nasîn dihatin pêk anîn, dihatin dest pê kirin. Li dû wê, ew dihat ferq kirin, ya ku ew di salên 1834-39an de, ji alîyê Chamisso û G. Schwab ve hate weşandin.
MUSEOGRAFÎ (Ji yûnanî musêîon û gra´fein, binivîse), teswîrkirin, tarîfkirn li ser muser û li ser ew xezînan, yên ku ew di wan de tên parastin.
MUSER (Bi yûnanî mûsai, herweha mosai û moisai; latînî mûsae), ew binavkirin di yûnanîya kevin de, ji bo Xwedayên jin, yên sitranê, muzîkî û hunera helbestê, yên ku dihat fikirandin, bawerkirin ku ew kilama wek dîyarî bexşî însanan dikin û di wê de, di nava sitara wan ya taybet de, misêwa hiş û aqilê sitiranbêjê dîndar tije ew fikirên pîroz dikir, yên ku pişt re kêfxweşîyek mezin dibexişandin ji bo hemûya û wê yekê dikir ku xemgînîyên jîyana dinyewî bi dawî bibin. Di pey re ew yek normal bû, hat bi kar anîn, ku misîwa wek di bin parêzgeha Xwedayên jin yên sitranan de, herweha li huner û zanistîyên din jî binere, bi giştî her babetên ji xebatên peydaker yên îdeal an jî ruhanî, dînî. Di wan sitranên homerî de ew wek qîza an jî qîzên Zevs tê behs kirin (Li wê derê; Zevs hêja ne bûye Zeûs), carinan Xwedayek jin ya sitranê car caran ji yekê zêdetir, lê di rewşa a dawî de bêyî nav an jî hejmarek sabit. Bi tenê li cîyekî muhtemel ji tarîxek ne kevin ve (Ji tarîxek ne kevin ve) hejmara neh peyda dibe.
Li cem Hesîodos ew wek keçikên Zevs tên qal kirin û Mnemosyne (Xwedaya (bîr, hiş, hafîze) dîrokê) û herweha bi hejmara neh û bi navên şexsî: Kleîo (Lat. Clio), ya ku nav, navûdeng dide zanîn, Eûte´rpe, ya ku kêfxweşîyê tîne, Tha´leîa (Lat. Thalîa), ya ku gulvedide, Melpome´ne (Lat. Melpo´mene), ya ku distirê, Terpsîcho´re (Lat. Terpsîchore), ya govendgêr, Erato (Lat. E´rato), ya delalî, Poly´mnîa (Lat. Polyhy´mnia), ya têrqesîde, Ûranî´a (Lat. Ura´nia), ya asîmanî, Kallio´pe an jî Kallio´peia (Lat. Callîope), ya awazxweş, ya ku, wekî din jî ew a ku ew di nav teva ên din de, wek ya herî bijare tê nîşandan, tê sembolîze kirin. Li rexê evan her neh Xwedayên sitranan, herweha behsa sê hebên din jî tê kirin: Mele´te (temrînkirin, rahînan), Mnême (hiş, hefîzr) û Aoîdê (sitran), yên ku carinan, ew wek ên kevintir, biemirtir tên nîşandan ji ew her nehên din û wek e keçikên Uranos û Gaia.
Hejmara heh, ya wan navên ku li cem Hesoîdos tên bi kar anîn, dîsa jî hê yên wek tradîsyonel man û her yek ji ew neh Xwedayên sitranan bûn xwedî hikumdarîya xwe ya taybet, di nav cîhana hunerî û zanistîyan de. Paşê, herweha ew xisûsîyeta qesd dikin, bi yên ku, teswîr kirina, tarîf kirina wan, ji alîyê ew çêkirina, peyda kirina hunerê ve tên bi kar anîn.
Bi vî awayî Kleîo dîrokê (bi tomarek papîrûs-papyrusrulle) temsîl dike, Eûterpe (bi du bilûra) muzîkê û ew hunera helbestê ya lîrîk, Thaleîa (bi maskeya komîk, darê şivan, tembûrê û çeleng, gulbenda kesk) komedîyê, Melpomene (bi maskeyek tirajîk di destekî de, car caran bi şûrekî di destê din de, gulbenda kesk (murgrönskrans) û gîzmên bilind) tirajedîyê, Terpsîchore (bi lîrekî piçûktir) govendê, dansê, Reato (bi lîreke mezintir) helbesta evînê, Polymnîa (bêyî xisûsîyetek taybet, lê bi îfadeyek, têgihîştinek kûr û têrrûhanî, xwe sipartî sitûnekê) qesîdeyê, yan jî girêdayî îbadetê bi ew sitrana pîroz, Ûranîa (bi globek, kûreyek cîhanê) astronomîyê, Kallîope (bi textê nivîsê û alet û amûretên nivîsandinê) helbesta qehremanîyê. Dibe ku ciyê Xwedayên (jin) sitrana ji ew Tracîen, Trakîen, ya ku bi sitranan dewlemend û pêk anîna hebandinê, di nav Yûnanîstan de xwediyê devera xwe ya sereke bû, hem li ber wê herêma ku li ber nigê Olymposê Pîerîa ye û hem jî li Beotîyen li ba çîyayê Helîkon, herweha ew deverên nêzî Parnassos û Leîbethrîon. Têkilîya wê hebandinê ji nêz ve bi ew kanîyên pîroz re (Aganîppe û Hîppokrene li ba Helîkon, Kastalîa li ba Parnassos li nêzîkî Delfî), yên ku ji serê wan çîyayan diherikin, û ne bê sebebe ku mirov qebûl kir, ku eslê Xwedayên sitrana wek îlhamê kaniyên jîyanê hatine ditin, an jî yên ku ruh û jîyan bi kapasîteyek kahînî dane afirandina xwezayê. Bi Apollon re, yê wek Xwedayê sitrana û hunerê helbestê, Xwedayên (jin) sitrana ji nêz ve di têkilîyê de ne, û ew (Apollo) bi xisûsîyeta musage´te (fermandarê musera, ango fermandarê Xwedayên sitrana), heykelê wî pêxwas li ser niga û giran giran ber bi pêş ve û bi lîrek li ser mil tê çêkirin (li sûretê di meqala Apollo de, li stûna 900î binêre). – Ew binavkirina romayî ji bo Xwedayên sitrana Camênae bû (koka wê Casmenae, ji casmen an jî sitrana carmen). Ew bi temamî bihev ve helîyan bi ew ên yûnanîyan re û herweha navên wan sitendin. Miqayese bike bi Camênae re. A. M. A.
Di ew wergera li jorê de, dibêje bi Camenae re miqayese bike, ango Musa û pirhejmar wan Muser, yanî; Xwedayên (jin) sitranan. Îcar di heman ansîklopedîyê de, yanî di Nordisk Familjebok û di rûpelê 1546an (1878) de, ew miqayese ji paragrafekê pêk tê û ew jî welê ye: Camênae, di mîtolojîya romayîyan de hin Xwedayên kevnar yên latînî ne û Xwedayên jin yên xwezayî, yên ku ruh û jîyan dane afirandina xwezayê û bi kapasîteyek kahînî. Di nav wan de yên herî bijare Egeria û Carmenta bûn. Piştre, gelek caran ew helbestvanên romayî ewan navan tevlî ew Xwedayên sitranan ên yûnanîya kirin.



Nordisk Familjebok
Konversationslexikon och Realencyklopedi
Çapa 1800î (1887) rûpel: 512-513
Projekt Runeberg (Înternet)
Werger ji siwêdî: M. H. ŞÎMŞEK



MAGER (MAC-ER)

MAGER, (Bi Yûnanî ma´goî, bi Latînî, ma´gî), li cem ew ên kevin; Xaldîya (kaldêer), Medan û Persan ew weke sinifa zane dihat bi nav kirin û yên ku herî pir ew ji alîman teşkîl dibûn. Wê demê ewana bi rêvebirina bikaranîna dîn ve herweha lêkolîn li ser hêza îrada xwedayî dikirin û ew tefsîr dikirin, û ger ew tişt di wê demê de weke nivîs hatibûn nivisîn an jî wan xwe bi rêya hin îşareta, elameta eşkere dikirin û maneyên bûyerên mezin û hêdî hêdî navê Mager ji bo gişa hate bi kar anîn, yên ku bi karê xewna-, elameta- û tesfîr kirina sitêrkan re mijûl bûn. Di astirolojî (ilmê sitêrka) de, di hunera kahînî de, efsûnkarî û bi giştî sêhirbazî.
Koka wî navî yê etîmolojîk ne dîyar e. Muhtemelen – wê gava ku ”Mager” weke îşareta, sembola dîrokî ji bo alima, berê li ba semîtan peyda dibe, ji ku li ba arîyan – ew dikare bê şopandin (etîmolojîk) ji berî dema Xaldîya (Sumerîya) îdyomek, tabîrek mah bi maneya mezin, bilind, bilindkirî.
(Herodotos di kitêba xwe ya navdar de, ji bo Mager´a werê dinivîse: Dejokes bi tenê xelkê Medan di binê gopalê xwe yê seltenatê de anîn ba hevdu, wan kire yek. Û eşîrên, êlên (bi tirkî dibêjin boy) Medan ev in: Buser, Paretakener, Strukater, Arisanter, budier û Mager. Ew ewqas pir bûn).
Dibe ku li cem xelkê-sumer, alim ji serî de wek Mager hatibin bi nav kirin û wê gava ku ew xelk ji alîyê Xaldîyan ve zora wan hate birin, ew nav derbasî Xaldîya bû. Li cem Xaldîya Mager bûn xwedî tesîrek wilo ku peyva Xaldî û Mager wek sînonîm, hevmane dihate bi kar anîn. Hîna 600 sal berî Hz. Îsa. Wan li ba Xaldîya sinifek, çînek saz kirin.
(Jfr Jer. 39 och Daniels profetia; Ango dikare miqayese bi Jeremîya 39 û kitêba pêxember Danîyel a di Tewratê de bê kirin. Lê wê derê navê Mager bi tenê ji bo alimên Xaldî dihate bi kar anîn, lê di wergera Încîla Alexandirî de, wê ew maneya fireh ku li jorê dîyar kirî girtî ye).
Xuya ye ku ew nav ji Xaldîyan derbasî Medan bûye, li cem Medan temamê eşîrekê bi navê Mager tê bi nav kirin, û pişt re ew ji alîyê Kurroj (Cyrus) ve li welatê Farisa (Persiska riket) hate bi kar anîn. Ew îhtîmala ku ji alîyê Yûnanî û Romayîya ve tê texmîn kirin ku ew alîmên Farisa yên kevin, wê ji destpêkê ve wek Mager hatibin bi nav kirin, zidê wê gotinê, ji ew rewşa, ew girêdana û ji ber ku ew nav di Zend-Avesta de nayê behs kirin û Yatus, an jî yên ku hunerên xeybî (ne vekirî) bi cî tanîn, ew dijwar qedexe bûn. Wê demê dîsan jî magîzm di şiklê xwe yê herî hêja de, armanca wê ew bû, weke doktirîna, teorîya Zerdeştîyan, zanîna di derheqê xwezayê û tebîet û spekulasyonên exlaqî de, ew wê gavê bibû yek bi ew doktirîna ku hate qal kirin û Zerdeştî weke serokê, berpirsîyarên sereke ya Mageran dihatin ditin. Lê herweha ew rota ku ji xetê derketî jî zû cî girt û bi ser ket li Persîya (Îran). Bi eynî awayî li ser herdu alîyan jî di Încîlê de hatîye behs kirin. : ”ew mirovên biaqil yên ji Welatê Rojhilat”, yên ku ji alîkî de Hz. Îsa pîroz dikin, û herweha ji alîyê din de jî sêhirbazên wek Simon Magus û Elymas.
Herweha Apolloniusê ji Tyana jî û Alexander frinoteichos jî Mager´nî navdar bûn. Di dema ew komara mersi (merska) de Mager, yên ku normal li Welatên Rojava wek Xaldî dihatin bi nav kirin, bi rêya tekrar kirina qerarên senatoyê gelekên caran ew ji Roma dihatin qewirandin. Di dema wan hukimdarên, împaratorên nexiristîyan de, geh piştgirî bi wan re dihat kirin, û geh jî zordestî li wan dihate kirin û dihatin teqîp kirin.
Ew împaratorên xiristîyan, bi cî anîna îbadetê Mageran bi cezayê mirinê qedexe kirin.

Çavkanî: Projekt Runegerg
Nordisk familjebok / çapa sala 1800
Rûpel: 579 - 580 (Înternet)
2009 08 20
Werger ji siwêdî: M. H. Şîmşek


SÊ KEYAYÊN (QIRALÊN) PÎROZ

Bi lênêrînek mezin û piralî, ya li ser çîrokê, di edbîyatê û huner de çîrok xwedîyê (Matt, 2: 1 – 12) li ser diayên qiralan
Li pêşberî, bê ku Hz, Îsa (Jesusbarnet) di fikirên xelkê de pir baş û saxlem kok berdane. Lê dîsa jî Matteus behsa qiralan nake, lê belê behsa
”Mêrên biaqil ji Welatên Rojhilat” dike.
Û ne jî qal dike ku ew sisê bûn. Dî ew teksta orîjînal ya yûnanî de gotina ”magoi” dinivîse – yên herî nêzîk alîmên Medan, yan jî remildarên ji Babilyon – yên ku tê gotin ku ew ji ”apo anatolon” tên, yanî ji ”rojhilatê”, Welatên Rojhilat. Ew didin zanîn ku wan ew qiralê yahûdîya yê nû ji dayik bûyî dîtiye
”sitêrka li Welatê Rojhilat”
Û ew dê jê re dia bikin. Ew alimên ku ji alîyê qiral Herodes ve hatibûn gazî kirin, gotin ku ew ê Messias (Hz.Îsa) ji dayik bibe, were dinyayê ”li Betlehem li welatê cihûyan”, ya ku ” bi alîkarîya pêxember hatibû nivisandin: tu
Qetîyen ne ew ê herî piçûk î di nava mîrên Cihû de,
Ji ber ku ji te dê ew mîrê bê, yê ku dê ew şivane be ji bi xelkê min Îsraîl.” Di rastîyê de pêxember dibêje (Mika 5: 2) ”Tu Betlehem, ya ku piçûk î di nava ew ên bi hezaran (Navçe û Bajar) li Juda” (Juda = navê êlek cihûyan)” (wergera nû,:”ya ku welê piçûk, bêqîmet e ji bo ku bikaribe bibe, ji xizmên Juda”), yanî teqrîben tersê wê. Ji tirsan re qiral Herodes (v. 16) destûr da ku temamê zarokên mêr, yên ku emrê wan di binê du salan de bû li wî bajarî, ew bêne kuştin, ew a ku wek
Komkujîya Betlehemê hatibû bi nav kirin, ji bo îhtîrama bibîanîna wan, bîst û heştê (28) çileya pêşîn, di salnameyê me de bûye wek nîşana
Zarokên bêzerar.
Lê belê hê berê wê demê ew malbata pîroz ji wê derê bar kiribû. Evana tev bi tenê aîdî tiradisyona Matteos in, lê dîsa jî cîyekî pir fire di huner û edebîyatê de girtine.
Li gorî teswîra evageliet (yek ji wan çar teswîrên încîlê, yên li ser jîyana Hz. Îsa) sitêrk çû ber bi pêş ve ji bo zilamên, mirovên ji Welatê Rojhilat, ji bo wan sekinî, li raserî wî cîyê ku zarok lê bû. Ji wir û şûnde ew agahdarî taqîb dike, mîna wek ya ku di wergera kevin de hatibû îfade kirin,
Gava ku wan sitêrkan dîtin, ew gelekî kêfxweş bûn,
Di minasebetek pir dinyewî de (tayîn kirina terîqatê), gelekê caran bi bikaranîna jêneqilkirina (citat). Tevî wê jî wan zarok û diya wî dîtin, diya wî xwe avêt xwarê ser çoka û dia kir û pê re sê cûre tişt dîyarî wan kir: ”zêr, bixûr û balsam”. Ji ber wê yekê, piştre ew tiradisyon hat, ya ku, divê ku ew bixwe sêheb bûbin û hêdî hêdî mirov wan kiribe qiral û di dawiyê de, herweha zanibû navên wan jî: Melchior, Kaspar û Baltasar, yê pêşî ji wan dê Sems temsîl bike, yê din Jafets, yê sisêya nevîyên Hams. Derhal di dû wefata wan re wehî ji Josef re hat ku ew zarok û diya wî bi xwe re bibe û dûr here; ew a ew e ku di dema ronesansê de motîvê ji bo tabloyan werê dihatin ecibandin di dema
Revê de bo Misrê.
Ku ew roja me, ya ku wek roja sêzda (trettondedag) tê bi nav kirin bû roja-festê ya ”sê qiralên pîroz”, çîrokek taybet e. Ew roja ha, şeşê (6) çileya paşîn (meha yekê) ji sedsala diduyan ve piştî Hz. Îsa dihate pîroz kirin, li hin cîyên ew cîhana xiristîyan weke festa ”Epîfanî”, ji bo bibîranîna waftîza Hz. Îsa û piştî wê herweha rojbûna wî jî, ya ku tê bawer kirin, ku ew di eynî rojê de bûye. Li Roma rojbûna wî bo bîst û pêncê (25) çileya pêşîn (meha diwazda) hate qebûl kirin. Di dû re bi rêya kompromîsê, lihevkirinê, li her derê biryar ji bo wê hate dayin, di wê navê de, Roma jî di eynî demê de festa şeşê (6) çileya paşîn qebûl kir û di wê de bibîranîna ”diayên qiralan” hate bi cî kirin, yan jî ”roja sê qiralan”. Gelek efsanên têr neqişandî xwe bi wê ve girêdane û bûne sedemê pîrozkirina formên cejnên cihê yên tradîsyonl.

Valdemar Langlet:
Bevingade ord och slagord (cild II)
Svenska Citat
Hugo Gebers Förlag Stockholm
ISAAC MARCUS´ BOKTR – AKTIEB.
Stockholm 1 9 2 8

Werger ji siwêdî: M. H. Şîmşek (Îlon 2009)


MAGER WÎKÎPEDÎA


Mager bi latînî magî bi yûnanî magoî êlek, eşîrek xelkekî bû li welatê Medya di dema antîkê de, yên ku ew – di dû dagirkirin ji alîyê Persan ve, teqrîben di salên 550 de berî Îsa, bûn berpisîyar ji bo kar û barê dînî û merasima veşartina mirîya, defnkirina mirîya a dînî. Piştre wan xwe tevî ew doktirîna zoroastrîyan kir, lê dîsa jî bi rêya ji nû ve tefsîrkirinên Zerdeşt (Zarathustra); dînê wan yê xas, yê wan yê orîjînal û yê yekkirî, wêga weke zûvanîzim tê bi nav kirin, ya ku ew di dema Sasanîyan (226-650 piştî Îsa) de bibû bawerîya sereke. Piştî sed salên 900 dî, tu bi kar anînek jîndar ya zûrvanîzmê nema.
Magerên ku herî baş û pir tên nas kirin ew her sê mirovên biaqil yên di Încîlê de ne, yên ku Marco Polo îdîa dikir ku wî tirbên wan keşif kir, li ew cîyê ku vêga ew taxeke bajarê Saveh e li Tehranê, Îran. Ew her sê mirovên biaqil di gotara Matteus a beşê 2, de tên behs kirin, li wê derê ”Mager” carinan bi ”tefsîrkirina sitêrkan” tê tercime kirin, ango ew ên astrolog.
Herodotos dibêje ku Mageran dikaeibûn xewna tefsîr bikirna û fîlozofên di dû re, bo nimûne Heraklîtos, wê gotinê bi maneya mecazî bi kar tanî, ji bo ku ew yên ku bi karê efsûnkarî, sêhirbazî ve mijûlin nîşan bide, ya ku fîlozofan bi awayekî bi şik li wê meselê, li wê yekê dinihêrtin.
Di dema hellenîzmê de yûnanîya dest pê kir û Magos di maneya ”magisk-efsûnî, sêhrî” de bi kar anîn, di gotina Magas techne ”ars magica”, mîna li cem Fîlostratos. Ew yek bere bere bû wek maneya nodern ya gotina magî, magîker û hwd.
Li gorî Herodotos Mager yek ji ew şeş êlên Medan bû. Di Jeremîa di Încîla kevin de behsa yekî bi navê Nergal Shareser tê kirin, yê ku ew e ”serokê Mageran” (39:3, 39:13). Herweha li Hindistanê jî brahmanî hene, yên ku ew jî Rojê dihebînin û wek Maga tên bi nav kirin, ya ku ew dikare îşaretê bi girêdanek, têkilîyek etîmolojîk bike.

Werger ji siwêdî: M. H. ŞÎMŞEK